DAHÛRANDINA ÇîROKA “EHMEDÊ ZEYDAN” LI GOR RÊBAZA MORFOLOJÎK A VLADIMIR PROPP

Author: Ruken ÇALIŞTIRAN

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 1

ABSTRACT:

Çîrokên gelêrî di edebiyata kurdî ya gelêrî de xwedî cihekî girîng in. Çîrok di veguhestina ziman, çand,
dîrok, bîr û bawerî û bastanê de amûreke xurt e. Lewma ev qad ji bo lêkoleran xezneyeke bêhempa ne. Di
kovara Hawarê de hejmareke zêde çîrokên gelêrî hatine weşandin û bi taybet ev kovar di warê çîrokên derasayî
de jî gelekî dewlemend e. Nemaze çîroka derasayî ya bi navê Ehmedê Zeydan, hem ji aliyê hêmanên derasayî ve
gelekî dewlemend e, hem jî di hûnandina bûyeran de çîrokeke kompleks e.“Rêbaza Morfolojîk” a Vladimir
Propp di warê dahûrandina çîrokan de gelek navdar e. Di vê rêbazê de Propp sî û yek fonksiyonên lehengên
çîrokan tespît kirine û çîrokên derasayî li gor van fonksiyonan senifandine. Di vê xebatê de bi awayekî zanistî bi
rêbazeke li cihanê hatiye pejirandin çîrokeke kurdî ya derasayî ew dê bê dahûrîn. Bi vê xebatê ve em dê hewl
bidin ka gelo ev rêbaza Morfolojîk a Propp li ser çîrokeke kurdî ya derasayî ji aliyê teşe û hûnandinê ve dikare
bên tatbiq kirin an na?

Keywords: Çîrok, Hawar, Propp, Rêbaza Morfolojîk

Full Text