ERGATÎVÎ DI KURDIYA KURMANCÎ DE Û REWŞÊN AWARTE YÊN ERGATÎVIYA KURMANCÎ

Author: Mehmet YAVAŞ

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 1

ABSTRACT:

Mijara vê xebatê ergatîviya kurdiya kurmancî û hin rewşên awarte yên ergatîviya vî zimanî ye. Ergatîvî diyardeyeke rêzimanî ye ku tevî ku di serê sedsala 20an de di qada zimannasiyê de cihê xwe girtiye hê jî tê nîqaşkirin. Li gorî Dîxon (1994: 2) kêm zêde tenê bi qasî çaryeka hemû zimanên cihanê avahiya ergatîviyê
dihundirînin. Lê li gorî Kareem (2016: 91) di nav zimanên ergatîv de zimanek jî tune ye ku ji aliyê sentaks û morfolojiya xwe ve ango bi her alî û awayên xwe ve ergatîviyeke safî û xwerû bihundirîne, lêbelê gişt di nav xwe de taybetiyên ergatîv û akûzatîv bi hev re dihewînîn û ergatîviya her yekê jî ji hev cûda ye. Kurdiya kurmancî mînakeke baş a vê rewşê ye. Lewre awayeke geleper bi lêkerên gerguhêz ên di rayeka dema borî de avahiya ergatîviyê, lê bi lêkerên di rayeka dema niha de û bi lêkerên negerguhêz re avahiya akûzatîviyê li dar e. Herwiha tevî ku Bynon (1979) bi dehan salan berî rêzimannasên kurdan behsa ergatîviya kurmancî kiriye jî têgeha ergatîvê hema bêje nuh ketiye pirtûkên rêzimana kurdî. Herçiqas ev mijar di kurdiya nivîskî de rûniştibe jî, taybetmendî û rewşên awarte yên ergatîviya kurmancî di pirtukên rêzimana kurdî de hê jî bi temamînehatîne zelalkirin û di nivîsên gelek kesan de, hin nivîskar û zimannas jî di nav de, şaşiyên ergatîviyê berbiçav in. Di vê gotarê de jî me hewl da ku em hin rewşên awarte yên ergatîviya kurmancî nîşanî xwîneran bidin.

Keywords: Ergatîvî, Ergatîvîte, Kurdî, Kurmancî, Dema Borî, Lêkerên Gerguhêz, Rewşên Awarte

Full Text