MÊTODÊN NÛYÊN HÎNKIRINA ZIMANÊ DUYEM Û KARÎGERÎYA WAN LI SER ZIMANÊ KURDÎ

Author: Hewa Salam KHALID

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 1

ABSTRACT:

Bi bandora bîrokeyên nû yên Çomiskî û karîgeriya zansitên din li ser zimên, bi taybetî derûnnasîyê, piştî cenga duyema cîhanê komek mêtodên nû derketin. Ev mêtod ji bo hînkirina zimanê Kurdî giring in. Ji wan yên herî giring ev in: mêtoda jîngeya lebar, mêtoda karvedanên fîzîkî, mêtoda bêdeng, mêtoda fêrbûna bi kom, mêtoda peywendiya kara. Di nav van hemû mêtodan jî, di serdema îro de, mêtoda peywendiya kara rola sereke dilîze. Divê vekolînê de, rêbaza wesfî û şîkarî ji bo vekolînê hatiye bikarînan û aliyên bihêz û lawaz ên mêtodan hatine şirovekirin. Di gel gengeşekirina mêtodan hin çavkaniyên hînkirina Kurdî jî hatine nîşandan. Vekolînên bi vî rengî bandora restewxwe li ser mamostayên Kurd û prosesa hînkirina zimanê Kurdî çê dikin.

Keywords: hînkirina zimanê duyem, hînkirina zimanê Kurdî, mêtoda jîngeya lebar, mêtoda karvedanên fîzîkî, mêtoda bêdeng, mêtoda fêrbûnê bi kom, mêtoda peywendiyê kara

Full Text