Author: Hewa Salam KHALID

Publishing Date: 2019

E-ISSN: 2687-5438

Volume 1, Issue 1

ABSTRACT:

Zimanê Kurdî yek ji zimanên Îranî ye, ku ser bi malbata Hînd û Ewropî ye. Lewma hevbeşiyên zehf di navbera Kurdî û zimanên din ên Îranî de hene. Ev wekyekî û nêzîkiya navbera hinek zimanên dinê, bûye hokara destnîşankirina malbatên zimanan. Lê belê, dema yek dibêje Kurdî, dîsa ne xuya ye, ku mebesta wê kîjan zarê Kurdî ye. Çimkî zimanê Kurdî, zimanekî ne-sitandard bûye û ji çar şaxên sereke pêk tê. Ew şax jî bi zar tên binavkirin. Ji vî aliyî valatiyeke mezin heye û bandora vê valatiyê jî li ser tevahiya Kurdan çêbûye. Zimanê Kurdî grêdayî nasnameya gelê Kurd e. Lewma neteweyên dagîrker û hukimdarên axa Kurdistanê, ji bo têkbirina Kurdî hewl didin, heta bikaribin nasnameya Kurdan jî têk bibin. Vê pirosêsa esîmîlasiyonê, li gelek cihên Kurdistanê bandoreke mezin çêkiriye. Minak, li bakurê Kurdistanê jimara Kurdî axêvan kêm bûye û zimanê Tirkî di gelek warên cuda de cihê Kurdî girtiye. Ji ber vê yekê, em wek zimannasek Kurdî dimeyzînin û hewla ronîkirina rastiyên zimanewanî didin. Di vê gotarê de, em behsa malbata zimanê Kurdî, zarên zimanê Kurdî û têgehiştina di navbera van zaran de dikin û şîroveya rewşa heyî dikin. Ew jî bi palpiştiya çavkaniyên heyî û belavkirina formên rapirsî di Zanîngeha Koya de. Li gorî bersivên xwendekaran ku temena wan di navbera 18-30 salî de ye, me li Başurê Kurdistanê ji bo têgehiştina di navbera zarên Kurdî de modêlek ava kiriye.

Keywords: Zimanê Kurdî, Kurdiya Bakurî , Kurdiya Navendî, Kurdiya Bşûrî, Goranî ‘Zazakî, Hewramî’.

Full Text