XEBATEKE BÎBLIYOGRAFÎK JI BONA ROMANÊN KURMANCÎ

Author: Mehmet Emin PURÇAK

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 2

ABSTRACT:

Romana Kurdî ya yekem Şivanê Kurmanca di 1935an de çap bûye û îro romana Kurdî ketiye heyştê û pênc saliya xwe. Lê ji ber sedemên cuda, xebatên li ser roman û romannûsiya Kurdî kêm û qels in. Kesên ku bixwazin li ser romana kurdî bixebitin, îhtimalek mezin dê di temînkirina romanan de pirsgirêkan bijîn. Lewre ne saziyeke ku bi rêkûpêk berhemên Kurdî arşîv dike heye ne jî bîbliyografyayên ku van berheman dihewînin. Ji bona qismekî vê kêmasiyê ji holê rakin, me xebateke bîbliyografîk ji bona romanên kurmancî çêkir.

Keywords: Kurmancî, roman, weşanxane, nivîskar.

Full Text