STRANÊN ARŞÎVA RADYOYA ERÎVANÊ

Author: Necat KESKİN

Publishing Date: 2021

E-ISSN: 2687-5438

Volume 3, Issue 1

ABSTRACT:

“Guhdarên Ezîz! Yêrêvan xeber dide…” Weşanên kurdî yên Radyoya Erîvanê her şev bi van gotinan dest pê dikir. Pêşî hinek nûçe û piştre jî kilamên kurdî. Di tariya şevê de dibû ronahiyek bo guhdaran. Beşa Kurdî ya Radyoya Erîvanê di sala 1955an de tê damezirandin. Heta sala 1957an jî weşana testê dike ku di vê maweyê de weşan tenê 10 deqîqe ye. Piştî 1957an êdî ew dest bi weşana asayî dike û maweya weşanê jî hin bi hin zêde dibe heta ku digihe saetek û nîvê. Di vê maweyê de bêguman ji bilî stranan/kilaman nûçe û şano jî hebûn, lê ya ku di bîra kurda ya civakî de maye “klamên kurdî” ne

Full Text