SEYDAYÊ MELE ‘ELÎ Û NIRXANDINA WEFATNAMEYA WÎ JI ALÎYÊ HUNERÊN EDEBÎ VE

Author: M. Edip ÇAĞMAR

Publishing Date: 2021

E-ISSN: 2687-5438

Volume 3, Issue 1

ABSTRACT:

Di nav kurdan de ji berê de mederese û seyda hebûne û niha jî didome. Bi awayekî gelemperî di vê
kevneşopîya hanê de yên ku berhem nivîsandine kêm bûne. Yek ji wan kesên ku berhem nivîsandine Seydayê
Mele Elî Êrsî ye. Ev gotara me ya hanê jî li ser Seydayê Mela ‘Elî Êrsî û berhama wî ye ku berhema wî bi navê
wefatnameyê hatiye naskirin. Di vê nivîsê de li ser jiyan û perwerdeya Seyda û alîyê wî yê ‘ilmî û wêjeyîyê hatiye
sekinandin. Bi vê mebestê behsa berhemên wî hatiye kirin. Lê bi taybet lêkolîn li ser berhema wî a ku navê wê
wefatname ye bi awayekî kûr çêbûye. Di vê gotarê de wefatname ji alî ziman û huner pirtir hatiye nirxandin.

Keywords: Seydayê Mele ‘Elî, Wefatname, Huner, Ziman, Wêje.

Full Text