Author: Numan YURT

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 2

ABSTRACT:

Şêx Qutbeddînê Korikî (k.d. 1979) yek ji helbestvanê klasîk e ku mexlesa “Xakî” bi kar aniye. Korikî di dergahê Şêx Seydayê Cizîrî yê girêdayî şaxa Basretê de perwerde bûye û hem îcazeya xwe ya ilmî hem jî ya xelîfetiyê ji Şêx Seyda wergirtiye. Her çend di perwerdehiya takekesî ya Korîkî de para malbata wî çêbûbe jî di geşedana wî ya ilmî, tesewifî û edebî de Şêx Seyda û dergahê wî bandoreke xurt lê kiriye. Korikî digel xebatên xwe yên ilmî û tesewifî kesayetekî ku aliyê wî yê edebî jî heye û xwedî berhem e. Li gorî agahiyên li ber dest Xakî, bi Kurdiya Kurmancî ‘eqîdenameyeke menzûm, mewlûdeke nîvco, xezelek û du muxemmesan nivîsiye. Korikî bi ‘eqîdenameya xwe bûye şopînerê Ehmedê Xanî. Di ‘eqîdenameya wî de ji hela şêweyê ve bandora Melayê Bateyî û Mela Xelîlê Sêrtî jî eşkere ye. Korikî bi mewlûdnameya xwe jî Melayê Bateyî şopandiye. Xakî di xezela xwe ya musemmet de Melayê Cizîrî teklîd kiriye. Di muxemmeseka wî ya ku li ser Şêx Seydayê Cizîrî nivîsiye de ji aliyê şêweyê ve bandora Melayê Cizîrî, di ya din de jî bandora Şêx Ebdurehmanê Aqtepî tê dîtin. Ev xebat li ser jiyan, berhem û kesayetîya edebî ya Şêx Qutbeddînê Korikî hatiye kirin.

Keywords: Edebiyata Kurdî ya klasik, Şêx Qutbeddînê Korikî, ‘eqîdename, mewlûd, helbest

Full Text