RENGÊ SOR DI HELBESTÊN KLASÎK ÊN KURDÎ DE

Author: Koser Omar AHMAD

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 2

ABSTRACT:

Ev xebat li ser rengê sor di şi’ra klasîk a kurdî radiweste. Ango em di vê lêkolînê de ketine pey bersiva pirsên wek; di şi’ra klasîk a kurdî de rengê sor çi wateyên xwe hene, mebest ji bikaranîna vî rengî çi ye? Kompozizyona reng û bandora wê ya psikolojikî çi ye? Dîsa dema ku şairekî klasîk rengê sor di şi’ra xwe de bi kar tîne, li pey çi mebestan e? Herwiha ji ber ku xebatên bi vî rengî di kurdî de pir kêm in, bi hurgulî li ser rengan û bi taybet li ser rengê sor li helbestên kurdî de hatiye sekinin. Me ji bo lêkolîna xwe rêbaza wesfî û analîzkirinê bi kar anî. Lêkolîna me bi mînakên ji edebiyata klasîk a kurdî teşe girtîye. Bi vê xebatê em destnîşan dikin ku rengê sor çi tedaî dike û çi bibîr dixe. Di encamê de daneyên ku bi dest ketine, bi hurgulî hatine nirxandin û mebesta şairan a bikaranîna rengê sor hatiye destnîşankirin.

Keywords: Çand, Edebiyata Klasîk, Hîzan, Edebiyata Kurdî, Kurdî

Full Text