RÊBERA RASTNİVÎSÎNÊ KOMXEBATA KURMANCÎYÊ

Author: Tahirhan AYDIN

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 2

ABSTRACT:

Nivîs, bi alîkarîya hin herf, teşe û şeklan, di çarçoveya hin rêzikên dîyarkirî da,
bilêvkirin û qeydkirina fikir, raman, gotin û peyvan e. Nivîs, yek ji rêyên herî giring e ji bo parastina forma zimanî. Bi giştî ji bo rê û rêbaz, rêzik û qayîdeyên ku ji bo nivîsînê hatine dîyarkirin ra “rêzikên nivîsînê” tê gotin. Ji bo berhemên ku hem rêzikên nivîsînê û hem jî yên rastnivîsînê dihewîne ra jî îfadeya “rêbara rastnivîsînê” hatiye emilandin. Ev rêber, ji bo yekitî û standardkirina zimanî navgîna herî bihêz e. Ji ber ehemîyeta vê mijarê, li gelek dewletan, ev kar ji alîyê dezgehên fermî ve tên kirin û ji bo van karan, ji zimannas, wêjenas û perwerdekaran gelek pispor, mitexesis û rewşenbîr tên tayînkirin. Sazîyên fermî, vî zimanî bi kar tînin. Zanyar û rewşenbîr, bi vî zimanî dinivîsin, perwerde bi vî zimanî tê kirin.

Full Text