PERWERDEYA TECWÎDÊN KURDÎ DI MEDRESEYÊN KURDAN DE Û ANALÎZEK LI SER “ZUBDETU’T-TECWÎD LI’T-TALIBI’L-MUSTEFÎD”A EBDURREHMAN EL-FARÛQÎ

Author: Mehmet Edip ÇAĞMAR

Publishing Date: 2021

E-ISSN: 2687-5438

Volume 3, Issue 1

ABSTRACT:

Îlmê tecwîdê, ji duwazdeh îlmên ku di perwerdeya medreseyên kurmanc û kirmancan (dimilîyan/zazayan) de li Bakur hatine fêrkirin, li kêleka îlmên bingehîn ên Îslamî yên mîna rêzimana erebî, hedîs, tefsîr, fiqih, kelam, sîyer û tesewwufê cih girtîye. Herçiqas di nav kitêbên rêzê de ev şaxê îlim cih nagire jî, mîna Mewlûda Bateyî, Nehcu’l-Enama M. Xelîlê Sêrtî, û Nûbihara Xanî, di destpêka perwerdeyê de hatîye hînkirin. Digel ku muderris û alimên kurdan gelek kitêbên mezin di biwarê zanistên Îslamî de bi zimanê erebî û carinan jî bi kurmancî û dimilî nivîsîne jî, ji me re bû meraq bê ka gelo çima hejmara kitêbên têkildarî îlmê tecwîdê li ber wan gelek kêm e û tecwîdnameyên kurdî di nav perwerdeya medreseyên kurdan de çima wekî kitêbên dersê cih negirtine? Lewre di vê lêkolînê de me hinek cih da lêgerîn û nîqaşa li ser rewşa wan a di perwerdeya medreseyên Bakur de û ew nirxandin. Di nav van berhemên têkildarî îlmê tecwîdê de me Zubdetu’t-Tecwîd li’t-Talibi’lMustefîd”a Ebdurrehman el-Farûqî bi raburdûya dîrokî, teşe, naverok û zimanê wê, hêjayî lêkolîn, nîqaş û analîzê dît. Di vê gotarê de piştî ku me hinek agadarî li ser rewşa tecwîdnameyên kurmancî berhev kirin, me ev
berhema navbihurî danî ber xwe û em li ser wê kûr bûn.

Keywords: Tecwîd, tecvîdname, perwerdeya medreseyê, kurmancî û dimilî

Full Text