NIRXANDINEK LI SER ÇÎROKÊN QEDRÎCAN

Author: Erdoğan ALPARSLAN

Publishing Date: 2021

E-ISSN: 2687-5438

Volume 3, Issue 1

ABSTRACT:

Qedrîcan, di sala 1932an da bi çîrokekê di kovara Hawarê da dest bi jîyana xwe ya edebî dike û heta 1972an li sirgûnê jîyana xwe ji dest dide, di kovarên wek Hawar, Ronahî, Roja Nû, Gelawêj û Hiwayê de 14 çîrok, ên din jî helbest, sehitî û gotar nivîsîye. Di vê xebatê da em ê 12 çîrokên Qedrîcan ên di kovarên wek Hawar, Ronahî û Roja Nû da hatine weşandin, ji alîyên cure, teknîkên vegotinê, vegêr û sekna vegêr û demê ve vekolînin.

Mjarên di çîrokan da derketine pêş ev in; çîrokên ji çîroknûsên tirk Ömer Seyfettin hatine wergirtin û adaptekirin, temayên her tim nivîskar di bin bandora wan da dibîne, wek sirgûn, bîr û bîranîn in. Çîrokên Qedrîcan xwediyê binyadeke nûjen in û bi fînalên xwe ve çîrokên balkêş in. Qedrîcan di çîroka kurdî da hostayê fînala ne. Çîrokên wî bi piranî sehneyên ji jîyana wî ne. Ji bo nirxandina çîrokan, me cih daye jînenîgariya wî jî. Çîrok herwiha hem ‘nivîskar navendî” hem jî ji bi rêketina berhêmên wî yek û yek hatine nirxandin.

Keywords: Sirgûn, bîr û bîranîn, Ömer Seyfettin, fînalên balkêş, têkçûn, rexne, tenêbun.

Full Text