NIRXANDINA ÇANDA QUBEDEYÊN DIYARBEKIRÊ LI GOR QALIBA EŞQIYAYÊN CIVAKÎ YA ERIC HOBSBAWM

Author: Veysel TANRIKULU

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 1

ABSTRACT:

Yek ji hemanên çanda jiyana bajêr a Diyarbekirê “qubede” ne. Qubedeyên Diyarbekirê di nav civaka bajêr de ji ber gelek taybetiyên xwe hatine hez kirin. Em ê jî di vê xebata xwe de tîpa qubedeya Diyarbekirê li gor qaliba Eric Hobsbawm ya “eşqiyayên civakî” binirxînin. Eric Hobsbawm di pirtûka xwe ya Eşqiyayan de li ser têgeha eşqiyatiyê disekine û piştî lêkolînên xwe wek pakrewanekê qalibek bi navê “eşqiyayên civakî” derdixe holê. Taybetiyên eşqiyayên civakî bi neh xalan de rêz dike. Qaliba ku Eric Hobsbawm ji bo kesayeta eşqiyayan derxistiye em ê biresînin çanda qubedetiya Diyarbekirê. Ji neh xalên eşqiyayên civakî heşt heb di çanda qubedeyên Diyarbekirê de jî tê dîtin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku qubedeyên Diyarbekirê dikare tevlî sinifandina eşqiyayên civakî bibe.

Keywords: Diyarbekir, Qubede, Eric Hobsbawm, Eşqiyayên Civakî

Full Text