NÊRÎNÊN SEREKE ÊN WERGIRTINA ZIMÊN

Author: Esat ŞANLI

Publishing Date: 2019

E-ISSN: 2687-5438

Volume 1, Issue 1

ABSTRACT:

Armanca vê xebatê nirxandina nêrînên sereke ên li ser wergirtina zimên e û di vê mijarê de, ku em di derbarê wê de kêm tiştan dizanin, ji xwendevanan re dayîna nêrîneke gelemperî ye. Qasî teoriyên di derbarê çêbûna zimên de di derbarê fêrbûna zimên û wergirtina wî de jî gelek teorî û rêbaz hatine pêşvebirin. Ji wan teoriyên sereke ên ku di vê xebatê de li ser wan hatiye seknandin ên Skinner, Piaget, Bruner û Chomsky nin. Em dikarin van teoriyan wekî teoriyên ku dibêjin melekeya wergirtinê pişt re tê girtin û ya Chomsky ku dibêje ji jidayîkbûnê ve mirov xwediyê vê melekeyê ye dabeş bikin. Ji bo nirxandina van teorîyan di xebata destê we de rêbaza deskrîptîv hat tetbîqkirin. Derdikeve holê ku derbarê pêvajoya wergirtina zimên de hê zelalbûneke bi tevahî tune û zêdebûna teoriyên di derbarê wergirtina zimên de nîşan dide ku ev mijar dê di nîqaşên warê zimannasiyê de, dê di paşerojê de jî bibe yek ji mijarên navendî.

Keywords: Kana Zimên, Wergirtina Zimên, Zimannasî, Teorîyên Wergirtina Zimên

Full Text