MEDYAYA KURDÎ Û MEDYAYA ‘NÛ

Author: Ahmet KAN

Publishing Date: 2021

E-ISSN: 2687-5438

Volume 3, Issue 2

ABSTRACT:

Medyaya Kurdî û Medyaya ‘NÛ’, pirtûkek lêkolînê ye; li ser rabirdû, îro û dahatûya medya kurdî û ya cîhanê ye. Di serî da rojnamegerê yekem ê kurdî û damezrînerê rojnameya Kurdistanê, Mîqdad Mîdhed Bedirxan û birazîyê wî, damezrînerê kovara Hawarê, sazkarê alfabeya latînî, gramera kurdîya kurmancî Celadet Elî Bedirxan bi bîr anîye. Ji rojnameya Kurdistanê û kovara Hawarê çend hevokên destpêkî ku amanca wan (rojname û kovar) dîyar dike, pêşkêş kirine. Nivîskar di pêşgotina xwe da balê kişandîye ser leza guherîn û veguherînê. Bi taybetî balê dikişîne ser leza guherîna medyayê ya serdema me û bi vegêrana ji zanyarê bi navê Lan Morris dide ragihandin ku dê di not salên bê da pêşketinên ku pêk bên, wê du car ji pêşketinên ku di pazdeh hezar salên dawî da pêk hatine, zêdetir bin.

Full Text