LI BAREY KATIB Û XAKÎ HIN AGAHIYÊN NÛ DI ARŞÎVA OSMANÎ DE
Author: Hemin Omar AHMAD
Publishing Date: 2021
E-ISSN: 2687-5438
Volume 3, Issue 1
ABSTRACT:
Yek ji rêkên gehîştin bi agahîyan derbarê helbestvanên me yên klasîk, Arşîva osmanîyan û hemî ew Keşkol, Mecmû’eya Şî’rî, Qafîleya Eş’ar, Gulşena Şu’erayan, Teşrîfata Şu’era, Meşahîrê Şu’era, Tezkîreya Şu’era û Tezkîreya ‘ulema û udebayan in ku hinek ji wan hatine çap kirin û hinekî din jî ta niha bi destxet mane û nehatine çap kirin. Di nav wan de gelek agahî derbarê helbestvan û ‘alimên Kurd hene. Ji xwe jiyana gelek helbestvanan di nav dîroka edebiyata kurdî bi kamilî nehatine nivîsandin û roj piştî rojê agahyên nû derdikevin holê. Ev nivîs bal dikşîne ser du helbestvanê sed sala nozdan, li devera Baban, ew jî Katib û Xakî ne, ku bi rêka belgeyên Osmanî û tezkîreya şu’erayan hin aliyên tarî ji jiyana wan ronî dike..
Keywords: Dîroka edebiyata Kurdî, Katib, Xakî, ‘Arif Hîkmet, Belgenameyên Osmanî