KURD DI TÂCU’L-‘ERÛS’Ê DE

Author: M. Edip ÇAĞMAR

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 1

ABSTRACT:

Hinek berhemên klasîkên Îslamî bi agahîyên di derbarê neteweyan tije ne. Berhemên ku mijara wan ziman e behsa neteweyan nakin. Tacu’l-‘Erûs tevî ku ferhengeke ‘Erebîyye jî ji sedem têkilîyên cur bi cur di derheqê kurdan de agahîyên hêja û cuda daye. Mebest ji vê xebatê de pêşkêşkirina malumâtê di derheqê kurdan ku Tacu’l- ‘Erûs’ê de ye ji mirovan re. Di Tacu’l-Erûsê de malûmatên di derbarê kurdan de hinek jê tevî bilêvkirina bêjeyên kurd, kurdî û ekrad hatiye pêşkêşkirin. Hinek jê jî bê ev bêjeyên hanê hatiye nivîsandin. Di vê gotarê de li ser cureya yekem hat sekinadin. Lê belê li ser a duyem nehat sekinadin. Lewra gava ku em li ser a duyem bisekiniyan mijar ewê gelek dirêj bûya. Tiştek di agahîyên di beşa duyem de hinek jê di derheqê wan de nîqaş heye ewê niqaş dirêj bikra. Di vê gotarê de agahî li ser eslê kurdan, zanyarên wan, eşîrên wan, cîyên wanê li jiyane û hinek tiştên cuda hatiye dayin.

Keywords: kurd, ez-Zebîdî, Tacu’l-Erûs, Zanyar, Bajar, Qele

Full Text