Author: Mustafa ÖNCÜ

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 2

ABSTRACT:

Di derbarê Kurdan de çavkanîyên Erebî gelek girîng in. Ev çavkanî, bi xêra dînê Îslamê berfirehtir bûne. Dema ku mirov bixwaze li ser dîroka Kurdan lêkolînan bike, divê bi zimanê Erebî baş bizanibe da ku bigêhêje van çavkanîyan. Di çavkanîyên Erebî yên wek çavkanîyên dîrokê, erdnîgarîyê, tefsîrê, hedîsê, fiqhê, eqîdê,
kelamê, felsefê, helbest û edebiyatê de gelek agahî li ser Kurdan hene. Çavkanîyên sereke bêguman Qur’ana Kerîm û tefsîrên wê ne. Di Qur’ana Kerîm de navên gelan pir cîh nagre. Qur’an, bi piranî li ser prensîban radiweste. Hinek “mebadîê ‘umûmî” ango zagonên giştî datîne. Yek caran behsa gelan jî dike. Wekî Rum, Ereb, Benî Îsraîl hwd. Nêrîna Qur’anê nêrîneke îmanî ye. Navê gelên wekî Kurd, Ereb, Tirk, Îngîlîz, Fars û hwd. di Qur’anê de cîh negirtine. Lê belê piştî Hz. Pêxember (s.x.l) hinek tefsîr li ser Qur’anê hatin nivîsandin. Di van tefsîran de hîn di dema sehabî û tabîînan de hatîye gotin ku filan ayet îşareta filan miletî dike. Di filan ayetê de behsa filan qewmî û miletî tê kirin. Ji wê demê û heya îro di gelek tefsîran de navê Kurdan cîh girtîye. Hinek mufessîran gotine ku “di filan ayetê de qala Kurdan tê kirin.”, “Filan ayet behsa Kurdan dike.”, “Ev ayeta Kurdan nîşan dide.” û hwd. Ev jî nîşanî me dide ku bêjeyên wek Kurd, Kurdî, Ekrad bi 1400-1500 salî berî niha jî bi heman formê dihatin zanîn. Wek mînak ayeta şazdemîn a sûreya Fethê. Di hinek tefsîran de di çarçoveya vê ayete de qala Kurdan hatîye kirin û hatîye gotin ku di vê ayetê de behsa qewmekî tê kirin û ew qewm jî Kurd in. Ev gotar li ser vê mijarê rawestîya ye

Keywords: Qur’ana Kerîm, Tefsîr, Kurd, Kurdî, Erebî, Çavkanîyên Erebî

Full Text