HÎZAN WEK NAVENDEKE PEYDABÛNA EDEBIYATA KURDIYA KLASÎK

Author: Nevzat EMİNOĞLU

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 2

ABSTRACT:

Edebiyata klasîk li ser hêmanên civakî yên wek îstîqrar, ewlehî, bazirganî, bajarvanî, dezgehên perwerdeyê, patronajê û hwd. derketiye holê. Di dîroka edebiyata Kurdî de çendîn navend û bajarên giring hene ku bûne çavkaniya vê edebiyatê. Wek Cizîr, Miks, Bidlîs, Hîzan, Hekarî, Bazîd û hwd… Gava em li navendên peydabûn û geşedana van edebiyatnas û berheman ji nêzîk ve dinêrin, ev hêmanên navborî bi awayekî eşkere tên xuyanê. Hîzan jî yek ji van navendan e ku li wir edebiyateke Kurdî ya nivîskî ku li ser bingeha bajarvanî û saziyên perwerdeyê peyda buye. Wihareng ev navend him buye warê derketina gelek edebiyatnasên Kurdînûs, him jî gelek edebiyatnasên Kurdînûs cezb kirine û kişandine bi bal atmosfera xwe ya zanyarî û edebî ve. Armanca vê xebatê ew e ku di derbarê paşxaneya dîrokî, çandî, îlmî û edebî ya herêma mîrektiya Hîzanê de agahî bide. Herwisa edebiyatnasên Kurdînûs û berhemên wan bide nasîn û binirxîne.

Keywords: Çand, Edebiyata Klasîk, Hîzan, Edebiyata Kurdî, Kurdî

Full Text