DI DÎWANA PERTO BEGÊ HEKARÎ DE POR

Author: Zeydin GÜLLÜ

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 1

ABSTRACT:

Mirajek girîng ya edebiyata klasîk eşq e ku vê eşqê her wextî di navenda vê edebiyatê de cihgirtî ye. Dildara ku ji bo vê eşqê hatî îdealîzekirin wek fîgurek vê eşqê ya herî girîng derketiye holê. Pora ku xweşiktîya dildarek beşerî geştir dike jî wek mezmûnekê di vê berekê de hatiye bikaranîn. Şikl, bêhn û rengê porê ji aliyê
helbestkaran ve bi rêya hunerên edebî yên curbicur hatiye teswîrkirin. Digel aliyê şiklî, bêhnê û rengî gelek caran ji bo tesewifê wek mezmûneke sereke hatiye bikaranîn. Ji bo îfadekirina wehdeta wucûdê por weke mezmûnek sereke hatiye dîtin. Di vê peywendê de wehdet û kesret bi rêya porê hatine vegotin. Em dê di vê xebata xwe de li ser dîwana şairê Kurd Perto Begê Hekarî bisekinin û hewl bidin beşên bi porê re têkildar di peywenda kategoriyên wan de binirxînin. Bi vî awayî em dê hem nirxandina porê ya di dîwana Perto Begê Hekkarî de hem jî bi awayekî gelemperî bikaranîna porê vekolin. Armanca vê xebatê wek mezmûneke sereke vekolana porê ya di dîwana Perto Begê Hekarî de û wateyên ku li porê hatine barkirin in.

Keywords: Perto Begê Hekarî, por, bandora porê, edebiyata klasîk, peywendên porê.

Full Text