DENGBÊJIYA JINÊ JI HÊLA PATRONAJ, PERWERDEHÎ, ROL Û NÊRÎNA CIVAKÎ Û ÎCRAKIRINA HUNERÊ VE

Author: Mehmet YILDIRIMÇAKAR

Publishing Date: 2020

E-ISSN: 2687-5438

Volume 2, Issue 1

ABSTRACT:

Xebata me li ser hunera dengbêjiyê û cihê jinê di hunera dengbêjiyê de, hûr dibe û hewl dide ku ji hêla patronaj, perwerdehî, rol û nêrîna civakî û îcrakirina hunerê ve dengbêjiya jinê veçire. Me di serî de qala hunera dengbêjiyê, sînor û pîvanên wê kir, kilam, stran û çîrok dane nasîn û cudahiya kilam(bêj), stran(bêj) û çîrok(bêjan) destnîşan kir û li gorî pêşveçûna teknolojiyê û guherînên civakî dengbêjî dabeşî du serdeman kir; dengbêjiya klasîk û ya modern. Di pey re em ketin pey pirsa: Gelo dengbêjên jin hene yan na? Me hewl da ku li gorî sînor û pîvanên dengbêjiyê û dabeşkirina me kirî em hebûna dengbêjên jin bidin nîşan û dengbêjiya jinê analîz bikin. Paşê me behsa patronaj, perwerdehî, rol û nêrîna civakî ya dengbêjên jin kir û astengiyên li ber îcrakirina dengbêjiya jinê û sedemên wan astengiyan tesbît kirin. Di encamê de hat dîtin ku gelek jinên dengbêj hene, ji ber guherîna şert û mercên civakî bi giştî nebe jî astengiyên li ber îcrakirina dengbêjiya jinê hêdî hêdî li hole radibin û jin êdî dikarin di warê giştî de bi rehetî dengbêjiya xwe îcra bikin û dengê xwe belavî cihanê
bikin.

Keywords: Hunera Dengbêjiyê, Dengbêjiya Jinê, Rola Jinê, Patronaj, Kilam, Warê Giştî

Full Text