BI MEXLESA “FEYZΔ DU HELBESTÊN NÛ YÊN ŞÊX MISTEFAYÊ SÎSÎ

Author: M. Zana KARAK

Publishing Date: 2021

E-ISSN: 2687-5438

Volume 3, Issue 2

ABSTRACT:

Şêx Mistefayê Sîsî (Feyzî) alim û miderisekî heyama dawî ya Osmanî ye. Feyzî di 1848an de li gundê Sîsa Licêya Diyarbekirê hatiye dunyayê. Piştî perwerdeya xwe ya medreseyê îcazeta ilmê ji Seydayê Licî û ya terîq-tesewifê jî ji postnişînê Tekyaya Hezanê ji Şêx Ebdilqadirê Hezanî wergirtiye. Şêx Mistefa piştî ku şêxê wî wezîfeya irşadê dide wî ew jî di 1899an de ji Sîsê diçe gundê Qewmana Depê û li wê herêmê bi salan irşadê dike. Lêbelê êşa firqet û hesreta murşîdê wî jî tesîra xwe nîşan dide, lewra ji şêxê xwe veqetîyaye. Ev êşa veqetînê û hezkirina ji bo şêxê xwe bi rêya medhîye û mersîyeyan anîye ziman.

Li gorî agahîyên li ber destê me heta niha sê helbestên wî hatine weşandin. Du helbestên wî yên bi mexlesa “Feyzî” ku nehatine weşandin ketin destê me û bûne mijara vê xebatê. Em ê di vê xebatê de van her du helbestan ji alîyê ruxsarî û naverokî ve binirxînin û ligel destxetên wan metna wan ya transkirîbekirî pêşkêş bikin. Bi vê lêkolîna di çarçoveya Neqşebendîtîya Xalidîtîyê de dê alîyê wî yê edebî û tesewifî jî zelaltir bibe.

Keywords: eqşebendî, Tekyaya Hezanê, Şêx Mistefayê Sîsî, Feyzî, Şêx Ebdilqadirê Hezanî

Full Text