AMAJE Û ALEGORÎYÊN NETEWEYÎ Û ÇANDÎ DI ÇÎROKSAZÎYA ROMANA DIMDIMÊ YA EREBÊ ŞEMO DE

Author: Mazhar ÇİFTÇİ

Publishing Date: 2021

E-ISSN: 2687-5438

Volume 3, Issue 2

ABSTRACT:

Romana Dimdimê ya Erebê Şemo an jî bi navê wê yê tam Kela Dimdimê romaneke ku çîroksazîya wê li ser bingeha bûyereke dîrokî û folklorîk a Kela Dimdimê hatîye avakirin. Çîroksazîya romana Kela Dimdimê li ser êriş û dagirkirina Şahê Îranê Şah Ebas ên li ser Kela Dimdimê û berevanîya Xanoyê Çengzêrîn hatîye avakirin. Me di vê xebata xwe de hewl da ku amaje û alegorîyên neteweyî, neteweperwerî û keleporî yên Kurd û Kurdistanê di bûyersazîya Kela Dimdimê de, di lehengsazîya Xanoyê Çengzêrîn û lehengên din de destnîşan bikin. Her wiha me hewl da ku karîgerîya amaje û alegorîyên neteweyî, neteweperwerî û keleporî yên Kurd û Kurdistanê di binbeşên wek leheng, mekan û zeman, civaka Kurdan de jî tehlîl bikin.

Keywords: Erebê Şemo, Kela Dimdimê, Xanoyê Çengzêrîn, Şah Ebas, Neteweperwerî

Full Text