NEWROZ JI RWANGEHA KURD Û FARISAN – DI LÊKOLÎNEK BERAWIRDÎ DE

Author: Çevirmen: Nzar OMER

Publishing Date: 2021

E-ISSN: 2687-5438

Volume 3, Issue 1

ABSTRACT:

Pîrozbahiyên Newrozê di destpêka biharê de di nav komên etnîkî yên Arî de wekî Kurd, Faris, Afgan, Azarî, Tacik, û Beloç de xwedî dîrokek dirêj e. Newroz, wekî yek ji girîngtirîn cejnên Îranîyên kevnare, sembolek ji nû ve jidayîkbûn, nûbûn, azadî û aştiyê ye. Her çend dîroka wê ya rastîn ji komek etnîkî ji ya din cuda ye, ew bi piranî di navbera 19-ê heya 21-ê Adarê de dibe. Ew jî ji ber têkiliya wê û Ekînoksa Biharê ye. Festîval ji hêla UNESCO ve di nav Mîrata Çanda Neguhêzbar a Mirovahiyê de hatîye rêz kirin. Ev lêkolîn li gorî rwangehên Kurd û Farisan Newrozê şirove dike. Armanca bingehîn jî ronîkirina wekhevî û cudahiyên çandî û awayê pîrozkirina wê ye di nav van her du neteweyan de. Rêbaza lêkolînê ya keyfiyetê hatiye bikar anîn, û hevpeyivînên nîv-vekirî hatine kirin da ku cûdahî û wekheviyên girîng di navbera pîrozbahiyên Newrozê yên her du neteweyan de werin diyar kirin. Beşdarên lêkolînê bi karanîna teknîka nimûneya armancdar hatine hilbijartin. Encam diyar dikin ku di pîrozkirina Newrozê de gelek cûdahî hene. Ji bo kurdên ku miletekî bê dewlet in, ji bilî paşxaneya xwe ya çandî, Newroz sembola berxwedanê ye lê ji bo Farisan ew tenê cejneke çandî ye. Her çend ew destpêka sala nû ya Kurdî û Farisî be jî, salname, efsaneyên wan, awayê pîrozkirina wê û têgihiştina wan ji bo koka wê cûda ne

Keywords: Newroz, Kurd, Faris, mîrata çandî ya neguhêzbar, koka Kurdan

Full Text