METAPHOR AND BORROWING: DISCLOSING HIDDEN MEANINGS OF TEXT: AHMED MUKHTAR JAFF AS AN EXAMPLE

Author: Ahmed Mohammed RASHEED MEERA

Publishing Date: 2021

E-ISSN: 2687-5438

Volume 3, Issue 2

ABSTRACT:

Metafor û îronî du ji wan amûrên retorîkê (rewanbêjiyê) ne ku helbestvanên klasîk ji bo xemilandina helbestên xwe bi kar tînin. Ehmed Muxtar Jaff wan wekî mijarek ji bo gotarekê bi kar aniye û îdîa dike ew amûrên retorîkî yên herî girîng, herî berbelav û herî zêde di helbestên wî de têne bikaranîn. Ehmed Muxtar Jaff van hemûyan ji bo bidestxistina Runbejiyê di helbestên xwe de bi kar aniye. Û Runbejî mînandin (simile) û alegorî bi taybetî metafor û îroniyê din av xwe de dihewîne. Her yek ji van amûran ji mijarên edebî bi taybetî ji bo helbestê rawestgeha çêkirina fîgurên helbestî û dayina wêneya helbestî ye.

Ehmed Muxtar Jaff yek ji helbestvanên klasîk ên edebiyata kurdî ye û di asta kevn û nû ya dibistanên edebiyatê de wekî ciyê hevpar tê dîtin. Wî tu carî bikaranîna amûrên retorîkî îhmal nekiriyê, lê di heman demê de girîngiyeke mezin li bikaranîna wan bi tevahî û rast girtiye û bikaranîna wan xebatên wî xurtir kiriye. Ji ber vê yekê ji bo analîzê wî ji me re rêyên nû û dubarekirina adetên edebî di çarçoveya binyadên xeyalî yên ku wî dîzayn kiriye aniye. Di vê lêkolînê de, em li ser analîzkirin û berawirdkirina metafor û îroniya helbestên wî disekinin û herwiha em ê encamên lêkolîna navborî parve bikin.

Li ser serpêhatiyên xwe yên helbestî, Ehmed Muxtar Jaff îronî û metafora ku bi kar aniye li ser binyada xeyalî dabeş kiriye û wekî mîzah bi kar aniye û bi saya wan karîbû fîgurekî helbestî di helbestên xwe de derxe. Wî ev yek ji bikaranîna helbestvanên beriya xwe girtiye û ji berhemên wan versiyoneke nû çêkiriye. Çavkaniya fikir û lêpirsîna me ew e ku li gorî helbestvanên beriya xwe wî metafor û îroniyê çawa bi kar aniye? Pêwendiya dîrokî ya herî girîng a ku di helbestên helbestvanên berê de dixuye, ji bo dewlemendkirina lêkolîna me bi taybetî di warê
îroniyê û metaforê de ewqas kêrhatî ne.

Full Text